Yekîtiya Ewropayê ji bo Başûrê Libnanê banga gihandina mirovî ya lezgîn kir

Hadja Lahbib, berpirsyara Yekîtiya Ewropayê ya ji krîzên mirovî, diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê û şer û pevçûnan, gihandina alîkariyên mirovî li Başûrê Libnanê bi giranî tê astengkirin û banga pabendbûna bi hiqûqa mirovî ya navneteweyî kir

Hadja Lahbib, di daxuyaniya xwe ya dema serdana Beyrûtê de diyar kir ku di gihandina alîkariyên mirovî de ji bo kesên hewcedar li Başûrê Libnanê astengiyên cidî hene.

Lahbib, di roja duyemîn a serdana xwe ya Libnanê de di civîneke çapemeniyê de axivî û got, “Alîkariya mirovî amade ye, lê gelek caran nagihîje kesên herî zêde hewcedar in.”

Lahbib diyar kir ku ji ber fermanên valakirinê yên li başûrê Çemê Lîtanî û çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê gihandin bi giranî hatiye sînordarkirin û destnîşan kir ku ev rewş bi taybetî bandorê li 55 gundên ku di bin “herêma ewlehiyê” ya ji aliyê Îsraîlê ve hatî avakirin de ne, dike.

Lahbib destnîşan kir ku binesaziya krîtîk, di nav de pirên li ser Çemê Lîtanî hatine hilweşandin û wiha axivî: “Ev rewş dibe sedem ku mirov bi rojan li benda alîkariyê bimînin û neçar bimînin ku rêyên hîn dirêjtir bimeşin.”

Lahbib da zanîn ku divê li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî were tevgerîn û got, “Pêdiviya me bi gihandina tam a alîkariya mirovî heye. Heke alîkarî negihîje mirovan jiyanê rizgar nake.”

Lahbib diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê ji 2’yê Adarê û vir ve nêzî 100 mîlyon euro piştgiriya alîkariya mirovî ji bo Libnanê ragihandiye û got ku di êrîşên Îsraîlê de nexweşxane, ambûlans û rojnameger jî bûne armanc. Lahbib got, “Rojnameger tenê ji ber ku karê xwe dikirin rastî êrîşê hatin. Tu tişt nikare vê rast bike.”

Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya roja înê de ku li ser bajarokê Saksakiyeh ê li başûrê welat hatî kirin, di nav de zarokek bi kêmî ve 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne ku 3 ji wan zarok in.

Li gorî daneyên wezaretê, ji ber operasyonên Îsraîlê yên li Libnanê heta niha 2 hezar û 750 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 1 mîlyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.